• Tuesday, 10 February 2026
logo

Dîsa êrîşî leşkergeha hevpeymanan hate kirin

Gulan Media March 14, 2020 Nûçe
Dîsa êrîşî leşkergeha hevpeymanan hate kirin
heta niha zirar nehatine tesbîtkirin
Îro dîsa li Bexdayê komên çekdar bi mûşekan êrîşî ser leşkergeha Tacî ya hevpeymanan ya li Bexdayê kirin.

Li gor gotinên rayedarên Îraqê herî kêm 10 mûşekên katûşiya di nava leşkergehê de ketine.

Heta niha derbarê zirarên vê êrîşê de zaniyarî nehatine belavkirin.

Beriya niha bi sê rojan dîsa êrîşî leşkergeha Tacî hatibû kirin û di encam de sê leşker canê xwe ji dest dabûn û 12 leşkerên din jî birîndar bibûn û Amerîka jî bersifa êrîşan dabû.

Top