Bakur- Pîrozbahiyên Newrozê hatin betal kirin
Partî û saziyên weke Kongra Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Azadî, HDP, DBP, DDKD, PDK-Bakur, PİA, Partiya Komînîsta Kurdistan bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin ku hemû çalakî û bernameyên Newroza îsal ji ber metirsiya vîrûsa koronaya nû (Covid-19) hatin betal kirin.
HDPê biryara civîneka standiye û tê çaverêkirin 12ê Adarê HDPê betalkirina mîting û bernameyên cemawerî yên pîrozbahiyên Newrozê ragihîne.
Vîrusa Koronayê li Tirkiyê jî peyda bûye û berpirsên Tirkiyê bi armanca parastina xelkê biryara girtina dibistan û zankoyan û yariyên futbolê dabû.
Basnews
