Iraq- 6 kesên din tûşî Koronayê bûn
Êvara îro roja pêncşemê 12.03.2020an di beyannameyekê de Wezareta Tendirustî û Jîngeha Iraqê ragihand di taqîgehan de, 6 haletên tûşbûnê bi vîrusa Koronayê hatin piştrastkirin û tomarkirin, ku yek li Necef, yek li Resafe ya din jî li Bexda û çarên din jî li komelgeha pizîşkî ya Bexdayê bûne.
Herweha di beyannameyê de hatîye, tevahiya haletan li gel yên Herêma Kurdistanê jî bi vî awayî ne.
Li Iraqê û Herêma Kurdistanê bi heta niha bi tevahî 83 kes tûşî Koronayê bûne.
Herwiha 2 kes ji wan baş bûne û 8 kes jî ji ber nexweşiya Koronayê mirine.
Basnews
