• Tuesday, 10 February 2026
logo

ROJAVA – Alozî di navbera asayiş û milîsên hikûmeta Sûriyê de derket

Gulan Media March 13, 2020 Nûçe
ROJAVA – Alozî di navbera asayiş û milîsên hikûmeta Sûriyê de derket
Li bazara Qamişlo alozî derket û fermandarekî polîsê Sûriyê ji aliyê asayişa Rêveberiya Xweser ve hat girtin.

Peyamnêra Rûdawê li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, ragihand ku îro li bazara wî bajarî, di navbera asayişa ser bi Rêveberiya Xweser û milîsên girêdayî hikûmeta Sûriyê de alozî derket .

Li gor zanyariyên peyamnêra Rûdawê ew alozî di navbera asayîşa Qamişlo û milîsên bi navê Difaî Şeibî ku ser bi rejîma Sûriyê ve ne rû da.

Her li gor zanyariyên peyamnêra Rûdawê, di encama wê aloziyê de, fermandarekî polîsê Sûriyê yê bi pileya Eqîd ku navê wî Faris Hîcazî ye, ji aliyê hêzên asayişa Rojavayê Kurdistanê ve hatiye desteserkirin.

Li Qamişlo, balafirxaneya li wî bajarî jî di nav de, hejmareke deverên stratejîk niha di destê milîsên ser bi rejîma Sûriyê ve de ne.
Top