• Tuesday, 10 February 2026
logo

Daxwaz ji welatiyan tê kirin ji malên xwe dernekevin

Gulan Media March 13, 2020 Nûçe
Daxwaz ji welatiyan tê kirin ji malên xwe dernekevin
dibêje pêvajo gelek hesase
Di çarçoveya tedbîrên rûbirû bûna Koronayê de, îro qayîmiqamiya Silêmanî daxuyaniyek bo raya giştî weşand.

Di daxuyaniyê de daxwaz ji welatiyan hatiye kirin jiber ku di pêvajoyeke gelek hesas dene, heta dikarin ji malên xwe dernekevin û serdana cîhên qerebalix nekin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de herwiha daxwaz ji xelkê hatiye kirin daku neçin merasimên sersaxiyan, ahengên girsyî lidar nexin.

Herwiha daxwaz hatiye kirin ku bo parastina selametiya xelkê, heta mimkune xelk ji malên xwe dernekeve.

K24
Top