Amerîkayê êrîşî 5 pêgehên Hizbullaha Iraqê kir
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihandiye, hêzên Amerîkayê yên li Iraqê bi rêya firokeyên cengî êrîşî binkeyên Ketayibên Hizbullaha Iraqê kirine ku beşek e ji hêzên Heşda Şeibî.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ew ti deman wan êrîşan efû nakin ku li dijî xelk û berjewendiyên Amerîkayê yan hevpeymanên wê tên kirin.
Li gor daxuyaniyê, di êrîşên şeva bihorî de pênc pêgehên Ketayibên Hizbullaha Iraqê hatine hedefgirtin û hatiye gotin, ew yek ji bo zirargihnadina bi hêz û şiyanên wê grûpê û lawazkirina wan hatiye pêkanîn, daku careke din nekaribin li navçeyê êrîşî hêzên Amerîkayê û hevpeymanên wê bikin.
Şeva Çarşembê 11ê Adarê bi çend mûşekan êrîşî bibkeya serbazî ya Tacî li nêzîk Bexdayê hat kirin û di encama wê êrîşê de 2 serbazên Amerîkayê û serbazekî Brîtanî hatin kuştin.
Êrîşa li ser binkeya Tacî û kuştina 3 serbazên Amerîkî û Brîtanî rastî berteka tund a berpirsên Amerîka û Brîtanyayê hatibû.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihandibû, nabe ew vê carê çavê xwe li ser êrîşa bo ser binkeya serbazî ya Tacî bigirin.
HerwihaWezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominc Rob jî êrîşa li ser binkeya serbazî ya Tacî wek êrîşeke tirsenokî bi nav kiribû.
Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê jî gotibû, ji bo ku welatê wan parastî bimîne, pêwîstiya wan bi zêdetirkirina hevahengiya li gel hêzên Hevpeymaniyê, bo şerkirina li dijî dijminekî metirsîdar ê weke DAIŞê heye.
Li Iraqê jî êrîşa ser binkeya Tacî bertekên cuda bi xwe re anîbû.
Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de ew êrîş şermezar kiribû, lê belê Hizbullaha Iraqê destxweşî li bikerên wê êrîşê kiribû.
Binkeya serbazî ya Tacî li bakurê bajarê Bexdayê ye û ji bilî hêzên Iraqî, nêzîkî 250 serbazên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê têde ne.
Rudaw
