• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê daxwazekê arasteyî Kurdên niştecihên Amerîkayê dike

Gulan Media March 13, 2020 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê daxwazekê arasteyî Kurdên niştecihên Amerîkayê dike
Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê daxwaz ji Kurdên niştecihên Amerîkayê dike di serjimariya îsal de xwe bi navê Kurd tomar bikin ne ku bi navê wî welatê lê dijîn.

Beyan Samî Ebdulrehman, Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê, derbarê daxwazên ji Kurdistaniyên niştecihên Amerîkayê, ji Rûdawê re ragihand, “Peyama me bo hemû wan Kurdistaniyên li Amerîkayê dijîn ew e, di wê pirsyara derbarê netewê de tê kirin di serjimariyê de, dikarin Kurd binivîsin. Daxwaza me ji xelkê me ew e ku wê formê bi vî şêweyê tijî bikin.”

Derbarê girîngiya wê pirsê de jî, Beyan Samî Ebdulrehman dibêje, “Kes nizane çend Kurd li Amerîkayê dijîn, hinek dibêjin 50 hezar û hinek dibêjin kêmtir an zêdetir e. Eger em hemû binivîsin netewa me Kurd e, em dikarin bi rêya wê serjimariyê, hejmara Kurdan li Amerîkayê bizanin.”

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê, wê serjimariyê weke derfetek bo derxistina hejmara Kurdan li welatekî zilhêz ê weke Amerîkayê binav kir û got, “Di bersivê de merc nîne tenê binivîsin Kurd, dikarin Aşûrî, Êzidî jî binivîsin, lêbelê girîng ew e ku em dixwazin ev derfet ji dest neçe. Niha derfetek çê bûye bo xelkê Kurdistanê ku li Amerîkayê dijîn û netewa xwe tomar bikin di wê serjimariyê de.”

Beyan Samî Ebdulrehman dibêje, “Em weke hikûmeta Herêma Kurdistanê girîng e bizanin ka çend Kurd li Amerîkayê dijîn. Ew a em dizanin piraniya Kurdan li Nashville li wîlayeta Tênesê ne, lêbelê niha çûne Dallas li Teksasê, çûne San Diegoyê li Kalîforniyayê, niha girîng e em bizanin li ku dera Amerîkayê dijîn.”

Derbarê kargeriya dengên Kurdan bo Kongrêsa Amerîkayê, Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Hejmara Kurdan li Amerîkayê, li gor hejmara rûniştvanên wî welatî gelek kêm e, lêbelê di hilbijartinê de, yek ku dibe kongrêsman car heye, dibe 300 bo 400 deng zêdetir anîbe li hember rikaberê xwe. Bo nimûne, sala 2018an kongrêsmanek bi 433 dengên zêdetir der çû. Niha tê gotin, nêzikî 15 hezar Kurd li Nashville dijîn û eger hemû beşdarî hilbijartinê bibin, dibe karîgeriya wan hebe li derçûna kongrêsmanekê de li hember rikaberê xwe.”

Rudaw
Top