• Tuesday, 10 February 2026
logo

HSD: 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Gulan Media March 13, 2020 Nûçe
HSD: 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
HSDê ragihand ku 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên wan firokeyeke bêpîlot a Tirkiyê xistine xwarê.

Li gor daxuyaniyan HSDê, şer û pevçûn di navbera wan û artêşa Tirkiyê de li gundên derdora rêya M4 rû dane.

Her li gor daxuyaniya HSDê, di encama wan şer û pevçûnan de 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Herwiha HSDê diyar kiriye ku şervanekê jî di wan pevçûnan de canê xwe ji dest daye.

Rudaw
Top