• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Hewlêrê kesekî din tûşî vîrusa Koronayê bû

Gulan Media March 13, 2020 Nûçe
Li Hewlêrê kesekî din tûşî vîrusa Koronayê bû
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê tûşbûna kesekî din bi vîrusa COVID-19 piştrast kir.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişkinînan de, testa koronayê ya kesekî din ku guman dihat kirin tûşî vîrusa COVID-19 bibe, pozetîv derketiye.

Li gor daxuyaniyê, kesê tûşbû zilam e û 45 salî ye.

Peyamnêrê Rûdawê jî ragihand, kesê ku nû li Hewlêrê tûşî vîrusa Koronayê bûye, pizîşk e.

Rudaw
Top