• Tuesday, 10 February 2026
logo

Çekdarên Tirkiyê li Efrînê mizgeftek hilweşandin!

Gulan Media March 13, 2020 Nûçe
Çekdarên Tirkiyê li Efrînê mizgeftek hilweşandin!
Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve û yên Efrîn dagîr kirine, beşek ji mizgefta navçeya Şiyê ya Efrînê hilweşandin.

Jêderekî ji rêxistina mafên mirov li Efrînê, ku navenda wê li Almanya ye, ji K24 re ragihand, ev çend roj in çekdarên grûpa çekdar a bi navê Emşat di mizgefta navçeya Şiyê de karên kolandinê dikin, di encamê de minareya mizgeftê û beşek ji avahiya mizgeftên hilweşiyan.

Wî jêderî her wiha got,, grûpa Emşat bi sedema lêgerîna li şûnwaran û entîkeyên dîrokî, derdora mizgefta Şiyê dorpêç kiriye û derdor û nava mizgeftê dikole.

Bi gotina wî berpirsê rêxistina mafên mirov li Efrînê, dîroka mizgefta Şiyê vedigere berî 108 salan.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, grûpên çekdar zêdetir ji 42 cihên şûnwarî, girên dîrokî û mezargehên olî li Efrînê kolane û zêdetir ji 20 hezar perçeyên entîke dizîne.

Basnews
Top