Li Çînê hejmara kesên ku ji ber şewba Kovîd-19ê mirin derket 3 hezar û 172yan
Di daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê de hat ragihandin ku ji ber nexweşiya vîrûsa koronaya nû di 24 saetên dawîn de 11 kes mirin, 15 haletên nû hatin tomarkirin.
Ji kesên ku mirin 10 jê li eyaleta Hubeyê, kesekî jî li eyaleta Şaanşiyê canê xwe ji dest da. Bi vî awayî hejmara giştî ya qurbaniyan li Çînê gihîşt 3 hezar û 172 kesan û herwiha hejmara kesên bi Covid-19ê ketine jî bo 80 hezar û 793 kesan zêde bû.
Herwiha li Çînê hejmara kesên ku guman heye bi nexweşiya vîrûsa koronaya nû ketine, daket bo 253 kesan, hejmara kesên di bin çavdêriyê de ne 13 hezar û 701 kes in. 62 hezar û 793 kes piştî nexweşiyê başû bûne û bo malên xwe hatine şandin.
Vîrûsa koronaya nû ku cara ewil 12ê Kanûna 2019an li eyaleta Hubeyê ya Çînê li bajarê Vuhanê hatibû tesbîtkirin, di kurtedemkê de li bajar û welatên din belav bûbû. Li ser vê yekê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê "rewşa bilez" ragihandibû.
Rudaw
