• Tuesday, 10 February 2026
logo

16 sal di ser Serhildana 12ê Adarê re derbas dibin

Gulan Media March 12, 2020 Nûçe
16 sal di ser Serhildana 12ê Adarê re derbas dibin
Di rojek wekî îro de, 12 Adara sala 2004an gelê Kurd li seranserî Rojavayê Kurdistanê ji Qamişlo û herêma Cizîrê, Kobanê, Efrîn, Heleb û heta Şamê paytexta Sûriyê li dijî rêjîma Suriyê serî hildan. Heya niha jî Kurdên Rojavayê Kurdistanê wê rojê wek rojeke dîrokî û “Roja Şehîd” bibîr tînin.

Di 12 Adara sala 2004an li yarîgeha Cîhad li bajarê Qamişlo, di dema lîstika fotbolê ya di navbera her du tîmên (Cîhad û Fitiwê) de , cemawerên tîma Dêrazorê sivikatî bi al û sembolên Kurdistanê li nava yarîgehê kirin û bi dar û keviran ku berê xwe ji vê bûyerê re hatibû plankirin êrîşî cemawerên tîma Qamişlo kirin.

Hêzên ewlekariya rejîma Sûriyê li şûna ku navbênkariyê bike, bi guleyan û bi fermana parêzgarê Hesekê yê wê demê Selîm Kebûl bi guleyan êrîşî cemawerên Kurd kir û di encam de hejmarek welatiyên bajêr şehîd kirin û hejmareke din jî birîndar bûn. Herwiha cemawerên Tîma Dêrazorê jî bi hilîkopteran ji nava yarîgehê ji aliyê wan hêzan hatin derxistin.

Xelkê Qamişlo bi coş û hêzeke bêhempa derketin kolanan û meş û nerazîbûn nîşandan, lê hêzên rêjîma Sûriyê careke din êrîşî xelkê kir û hejmareke din ya welatiyan şehîd bûn û rewşeke tirsê di nava bajar de belav bû.

Meş û xwepêşandan li dijî rejîma Sûriyê di wê demê de li Qamişlo ranewestiya û berê xwe da tevahiya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê û bi durşmên bijî Kurdistan, şehîd namirin hatin xemilandin.

Herwiha bo cara yekem di dîroka rêjîma Beis de jî peykerê Serokê berê yê Sûriyê Hafiz El-Esed li bajarê Amûdê ji aliyê xwepêşanderan ve hat şikandin û ji Dêrikê heya bi Kobanî û Efrînê navend û bargehên hikûmeta Bes hatin şewtandin û jinavbirin û desthilata Beis jî li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê hatibû destxistin.

Di serhildana 12ê Adarê de zêdetirî 40 Kurdên Rojavayê Kurdistanê li çend bajarên cuda cuda şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn. Herwiha hêzên rêjîma Sûriyê zêdetirî 3 hezar kes bi tometên cuda cuda zindanî kirin û hin ji wan bi salan di nava zindanan man, lê serhildan li wê salê ranewestiya û di sala 2011an de Kurdên wî perçeyê Kurdistanê tevlî Şoreşa Sûriyê bûn û careke din durişm û sembolên Partiya Beis anîne xwarê.

Top