Serokkomarê Afganîstanê biryara azad kirina 1500 çekdarên Talîbanê da
Berdevkê serokkomarê Afganîstanê Sidîq Sidîqî ragehand, bi fermana serokkomar ve wek pêngava yekem a biryara azad kirina 1500 çekdarên Talîbanê hate dayîn.
Sidîq Sidîqî ragehand, du hezar çekdarên din ên Talîbanê dê bên azad kirin, lê eger Talîban pêbendî rêkeftinê be li gel Amerîkiyan.
Li gor berdevkê serokkomarê Afganîstanê ragehandiye, 1500 çekdarên Talîbanê dê roja 14.03.2020ê bên azad kirin.
Sidîq Sidîqî got, Talîban daxwaz dike hemû girtiyên wê, ku hejmara wan 5 hezar çekdarin bên azad kirin, lê ew jî zehmete.
Roja 29.02.2020ê nûnerên Talîban û Amerîkayê li Doha ya paytexta Qeterê rêkeftina ragirtina şer îmza kirin.
Basnews
