• Tuesday, 10 February 2026
logo

Pempeo: Emê bersifeke tund bidin êrîşkaran

Gulan Media March 12, 2020 Nûçe
Pempeo: Emê bersifeke tund bidin êrîşkaran
dibêje emê li hember êrîşkaran bêdeng nabin
Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo derbarê êrîşa ku duhê bi şev li dijî leşkergeha Tacî ya li Bexdayê de hatibû kirin, li ser twitterê peyamek weşand.

Pempeo di peyama xwe de nivîsandiye; Em bi ti awayî ji wan aliyên ku êrîş pêk anîne xweş nabin û emê bersifeke dijwar bidin êrîşkaran.

Pempeo eşkere kiriye ku li gel wezîrê derve yê Brîtanyayê jî li ser mijarê gotûbêj kiriye û her du alî li ser bi tundî ceza kirina êrîşkaran hemfikir bûne.
Top