• Tuesday, 10 February 2026
logo

Helbûsî dijî mûşekbarana leşkerên Amerîka û Brîtanya bertek nîşan da

Gulan Media March 12, 2020 Nûçe
Helbûsî dijî mûşekbarana leşkerên Amerîka û Brîtanya bertek nîşan da
Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî li dijî mûşekbarana leşkerên Amerîka û Brîtanyayê li binkeyê Tacî ya li bakurê Bexdayê bertek nîşan da.

Îro 12.03.2020ê serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî bi beyanameyekî êrîş şermezar kir û ragehand, ew leşkerên Amerîka û Brîtanyayê li ser daxwaza Iraqê hatine û alîkariya hêzên Iraqî dikin.

Mihemed Helbûsî ragehand, pêwîste serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê tewdîrên tund dijî kirina armanca êrîşê ya binkeyên li Iraqê bigrin û demeke herî zû de êrîşkaran bigrin û cezayên tund bidin wan.

Şeva borî 11.03.2020ê, 18 mûşekan ve leşkerên artêşa Amerîka û Brîtanyayê li binkeyê Tacî ya li bakurê Bexdayê bûn armanc û ji ber wê du leşkerên û leşkerekî Brîtanyayê hatin kuştin û 12 leşker jî birîndar bûn.

Basnews
Top