18 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin
Duhî serbazgeha Tacî li bakurê Bexdayê rastî êrîşeke bi mûşekan hat û di encamê de 2 serbazên Amerîkî û serbazekî Brîtanî hatin kuştin û 11 serbazên din birîndar bûn.
Piştî wê êrîşê, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî baregehên Heşda Şeibî li li navçeya Bokemal a Sûrî ya li ser sînorê Iraqê bombebaran kirin.
Li gor amaran, di bombebaranê de 18 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.
K24
