Wezareta Tendirustiyê: 2 kesên din li Hewlêrê bi Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku îro li bajarê Hewlêrê, 2 hemwelatiyên din tûşî vîrusa Koronayê bûne.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê, ew herdu kesên ku tûşî vîrusa Koronayê bûne, bira û jinbiraya xwendekarekdibistanê ne ku ji Îranê vegeriyabû û pêştir hatibû kerentînekirin.
Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, ew ên bi Koronayê ketine, zilamekî 34 salî û jineke 38 salî ne.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê îro danê êvarî jî tûşbûna ciwanekî din ê 32 salî bi Koronayê ragihandibû ku hevpolê heman wî xwendekarê ku ji Îranê vegeriyabû û hatibû kerentînekirin.
Heta niha li Herêma Kurdistanê, 19 kes bi vîrusa Koronayê ketine, kesekê canê xwe ji dest daye û kesek jî pak bûye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî îro di daxuyaniyekê de derbarê rûbirbûna Koronayê tekez kiribû, ““Bi hesteke berpirsiyariyê û hevkariya me hemûyan bi hev re, em dikarin tendirustî û selametiya xwe û jîngeha xwe ji vê metirsiyê biparêzin.”
Serokê Herêma Kurdistanê, diyar kiribû ku xweparastin baştirîn çeka berevaniyê û bang li xelkê Kurdistanê kiribû, “Bi pabendbûna bi rênimayiyan em dê xwe, gel û welat ji Koronayê biparêzin.”
Rudaw
