Tenduristiya Kerkûkê: Çar nexweşên Koronayê baş bûne
Berdevkê tenduristiya Kerkûkê, Saman Yabe ji BasNewsê re got, di heyama çend rojên borî de heft kes li Kerkûkê bi nexweşiya Koronayê ketibûn. Lê çar kes ji wan baş bûne û çûne malên xwe.
Saman Yabe her wiha got, sê nexweşên din li nexweşxanê di bin çavdêriyê de ne û rewşa wan ber bi başbûnê ve diçe. Bi texmîna min di demek nêzîk de dê bi temamî baş bibin.
Hatibû gotin ku sê kesên nexweş jî ji nexweşxanê derketine. Li ser vê mijarê berdevkê tenduristiya Kerkûkê got, ew nûçe rast nînin, ew her sê nexweş di bin çavdêriyê de ne û heta em ji başbûna nexweşan piştrast nebin, em wan bernadin.
Basnews
