• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Iraqê 2 çalakvan hatin kuştin

Gulan Media March 11, 2020 Nûçe
Li Iraqê 2 çalakvan hatin kuştin
Li bajarê Meysan ê Iraqê 2 çalakvanên beşdarî xwepêşandanên dijî hikûmetê bûn, hatin kuştin.

Li gor agahiya polîsên Meysanê, kesên çekdar ên nasnameya wan nediyar li nêzîkî herêma Pîşesaziyê ya Amarayê gule berdan çalakvanên bi navê Ebdulqudis Qasim û Kerrar Adil.

Êrîşkarên herdu çalakvan kuştin ji cihê bûyerê reviyan.

Li Iraqê ji meha cotmehê ya ku xwepêşandanên dijî hikûmetê destpê kir heta niha, çalakvan tên kuştin, rastî îşkenceyan tên.
Top