Amerîka li xwe mûkir hat ku alîkariyên leşkerî bo Talîbanê kirine
Fermandarê fermandariya navendî ya hêzên Amerîkayê Kenneth Franklin McKenzie li encûmena nûnerên Amerîkayê ragehand, di çend mehên borî de çekdarên Talîbanê karîne tevgera rêxistina terorîst a DAIŞê kêm bikin.
Kenneth McKenzie ragehand, li Afganîstanê şer kirin bo Amerîkiyan girane, ji ber wê jî alîkariyekî sînordar a leşkerî ji Talîbanê re kirine.
Roja 29.02.2020ê nûnerên Talîban û Amerîkayê li Doha ya paytexta Qeterê rêkeftina ragirtina şer îmza kirin.
Li gor wê rêkeftinê Amerîka û hêzên hevpeyman dê 135 rojan de 8.600 leşkeran ji Afganîstanê vekêşin.
Basnews
