Pentagon: Heger Tirkiye Patriot dixwaze divê S-400 vegerîne
Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Jonathan Rath Hoffman di konferanseke rojnamevanî de ragihand, helwesta Pentagonê ji destpêkê ve aşkere bû, heger Tirkiye sîstema berevaniyê Patriot dixwaze, divê mûşekên S-400 ji Moskoyê re vegerîne.
Ev daxuyaniya wî berpirsê Pentagonê piştî wê tê, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihandibû, helwesta Amerîka li hember kirîna Tirkiyê ji sîstema S-400 re sivik bûye.
Erdogan roja 5ê vê mehê tekez kiribû, sîstema berevaniya esmanî S-400 dê di meha Nîsana bê de bikeve kar.
Tirkiyê di sala 2017an rêkeftina mûşekên S-400 bi Rûsyayê re îmze kiribû û pêvajoya radestkirina mûşekên S-400 bo Tirkiyê di 12ê Tirmeha 2019 de destpê kiribû
Kirîna mûşekên S-400an ji Rûsya di navbera Amerîka û NATO û Tirkiye de aloziyên mezin peyda kirine. NATO û Amerîka hewl didin Tirkiye dest ji bikaranîna wê berde.
Amerîka jî mûşekên S-400 wek sîstemeke neyar dizan e û ji ber vê, Tirkiye ji projeya firokeyên F-35 dûr xist.
K24
