• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Îranê vê 70 hezar girtî werin berdan

Gulan Media March 10, 2020 Nûçe
Li Îranê vê 70 hezar girtî werin berdan
heta niha 273 kesan canê xwe ji dest daye
Li gor çapemeniya Îranê, berpirsên îdarî û dadweriyê yên Îranê giftûgo li ser berdana 70 hezar girtiyan li girtîgehên Îranê de dikin.

Çapemeniya Îranê belav kiriye ku berpirsê desthilata dadweriyê yê Îranê Îbrahîm Reîsî eşkere kiriye ku dixwazin bi mebesta pêşî girtin ji belav bûna Koronayê li girtîgehên Îranê 70 hezar girtiyan berdin.

Beriya niha pêşniyareke wisa ji hikûmetê re hatibû kirin lêbelê hikûmet ev yek red kiribû.

Weke tê zanîn heta niha li Îranê li gor hijmarên fermî 273 kes bi Koronayê mirine.

Top