• Tuesday, 10 February 2026
logo

“Vîruseke din li Îranê belav dibe”

Gulan Media March 10, 2020 Nûçe
“Vîruseke din li Îranê belav dibe”
Parlemanterekî Îranî ragihand, vîruseke ne diyar li welatê wan derketiye ku ji vîrusa Korona ya li bajarê Wuhan a Çînê cuda ye û welatiyekî Îranî kuştiye.

Endamê Komîta Asayişa Niştimanî di Parlemanê Îranê Şehroz Bergez li ser zarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê aşkere kir, niha du cure virus li Îranê belav bûne, yek ji wan vîrusa Korona a bajarê Wuhanê ye, lê ya din ne naskirî ye.

Got jî: Ew virus kujer e û piştî tûşbûnê jineke perestar ya 25 salî, cane xwe jidest da.

Wî parlemanterî diyar kir, pê de dice ew vîrusa nediyar, curek ji terora bayolojî be, ku Washingtonê bi belavkirina wê tometbar dike.

Ev yek di demekê de ye, li Îranê 7 hezar û 161 kes tûşî vîrosa Korona nû COVID-19 bûne û ji wan jî 273 kesan cane xwe jidest dane.

K24
Top