Erdogan daxwaza parastina Tirkiyê ji NATOyê kir
Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, li îro 9ê Adara 2020an Brûkselê civiyan.
Piştî civînê Recep Tayyip Erdogan di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku ev 9 sal in rûbirûyê wan gefan dibin ku ji Sûriyê ve li ser Tikriyê hene.
Erdogan herwiha diyar kir ku welatî mêvandariya bêhtir 3 milyon koçberan dije û got ku niha dema wê yekê ye ku NATO helwest hebe, ku rêkeftiinên sala 2012-2015ê cîbicî bike û ewlekariya Tirkiyê biprêze.
Serokomariyê Tirkiyê wiha axivî: “Em li bendê ku tevahiya hevpeymanên me destekê bidin vê proseya ku Tirkiyê bi tena xwe û bi şiyanên xwe birêve dibe. NATO di qonaxeke giring de ye ku dive helwesta xwe nîşan bide. Beşeke sereke ya daxwaziyên me li NATOyê cîbicîkirina wan biryaran ne ku di salên 2012-2015ê de derbarê parastina ewlekariya Tirkiyê de hatin wergirtin.”
Di nav şanda ligel Erdogan de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu, Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk û Nûnerê Daimî yê Tirkiyeyê yê li NATOyê Basat Ozturk amade bûn.
Rudaw
