Hejmarên kesên bi Koronayê mirine 4 hezar kes derbas kir
Li gor dawîn amarên li se belavbûna vîrusa Koronayê û qurbaniyan, heta niha 4 hezar û 27 kes li seranserê cîhanê bi Koronayê mirine. Herwiha ji 114 hezar û 430 kesên ku bi Koronayê ketine, 64 hezar û 89 kes çak bûne.
Çîn bi şêweyekî berçav bi ser wê vîrusê zal bûye ku çend hefteyek berî niha li wî welatî kontrola wê vîrusê ji dest derketibû.
Niha tenê 17 hezar û 705 tûşbûyên çalak li Çînê hene û 59 hezar û 913 kes jî çak bûne.
Îtalya piştî Çînê tê ku niha li wî welatî 7 hezar û 985 tûşbûyên çalak hene û 463 kes jî bi wê vîrusê canê xwe ji dest dane.
Herwiha piştî Îtalyayê jî Îran tê ku 237 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 530 kes jî bi Koronayê ketine û 2 hezar û 394 kes jî çak bûne.
Li Herêma Kurdistanê jî heta niha 14 hemwelatî tûşî vîrusa Koronayê bûne û ji wê hejmarê jî kesekê canê xwe ji dest daye û herwiha kesek jî çak bûye.
Li hember belavbûna vîrusa Koronayê li seranserê cîhanê, Rêxistina Tendirustiya Cîhanî jî hişyariyê dide ku ê Korona bûye metirsiyeke rasteqîne.
Rudaw
