• Tuesday, 10 February 2026
logo

Kurdistan- Hikûmetê dewama hemû fermanberan ragirt

Kurdistan- Hikûmetê dewama hemû fermanberan ragirt
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo rêlibergirtina belavbûna vîrusa Koronayê biryar da dewama hemû fermanberan li hemû damûdezgehên hikûmî bihê ragirtin.

Îro roja duşemê 09.03.2020an Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî bi amadebûna wezîr û aliyên peywendîdar, serperiştiya civîna Lîjneya Bala ya Rûbibirûbûna Koronayê kir.

Herwiiha di civînê de hin biryarên nû hatin stendin.

Biryarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha ne:

Yekem: Li tevayiya wezaret, fermangeh û damûdezgehên herêma Kurdistanê, ji bilî Hêzên Pêşmerge, Asayiş, Navxweyî û damûdezgehên tendirustî, ji roja 12ê Adarê 2020an, heta roja 26ê Adar a 2020an bêhnvedana fermî ye û rojên 27 û 28 heman mehê, bêhnvedana dawiya hefteyê ye. Roja Yekşemiyê 29ê Adarê 2020an dewama fermî destpê dike.

Duyem : Li navendên xwendinê yên ser bi Wezareta Perwerdeyê (hikûmî û ehlî) roja 28ê Adar a 2020an proseya xwendinê destpê dike. Prosêsa xwendinê li zanîngeh û peymangehan ên ser bi Wezareta Xwendina Bilind ve, ji roja 1ê Nîsan a 2020an destpê dike.

Sêyem: Wezareta tenduristiyê di pêşkêşkirina xizmetguzariyên tendirustî ji bo welatiyan de, di rêya sîstema xeferiyê de, berdewam dibe.

Çarem: Wezaretên Xizmetguzarî yên giştî berdewam dibin di pêşkêşkirina xizmetguzariyên giştî de, di rêya xeferiyê de û ji bo vê mebestê, rênimayên pêwîst derdikin.

Pêncem: Dawî dem ji bo vegera welatiyên herêma Kurdistanê ji Komara Islamî ya Îranê bo nav herêmê, roja 15ê Adar a 2020an dibe. Ji 16ê Adar a 2020an heta 1ê Nîsanê 2020an rê nayê dan, ku ji Îranê vegerin. Herweha liberçavgirtin a berdewamiya tevgera bazirganî, li gor rênimayan dibe.

Şeşem: Terxankirina qonaxa dûyem a bûdceyê ji bo dabînkirina pêdawistiyên tendirustî, bo rûbirûbûn a Vayrosa Korona.

Heftem: Wezareta çandinî û çavkaniyên avê hate raspartin ji bo berdewam bûn liser rêkarên di çarçoveya siyaseta rûbirûbûn a Vayrosa Korona de.

Heştem: Raspartina Wezîrê Dad, ji bo çalakkirina daxwazkarê giştî bi mebesta wergirtina rêkarên yasayî beramber bi wan kes û aliyan û kenalên medyayî, ku berovajî rênimayên hikûmetê kar dikin û dibin sedema aloziyan.

Nehem: Pêdan a desthilatên parêzgaran û serpeştyarên yekeyên îdariyên serbixwe û lijneyên qaymiqamiyetê ji bo rêxistin û çavdêkirina bazara navxweyî.

Basnews
Top