• Tuesday, 10 February 2026
logo

Zarokê di êrişa Tirkiyê de laşê wî şewitîbû çareseriya wî hat kirin

Zarokê di êrişa Tirkiyê de laşê wî şewitîbû çareseriya wî hat kirin
Mihemed Hemîd ku di encama bombebarana artêşa Tirkiyê de beşek zêde ji laşê wî şewitîbû çareseriya wî hat kirin û bavê wî dibêje, “rewşa kurê min baş e û em dê vegerin bo Rojavayê Kurdistanê.”

Hemîd, bavê Mihemed, ji Rûdawê re diyar kir, “Mihemedê kurê min li jêr mil heta navkê şewitî bû. Piştî ku me anî Başurê Kurdistanê roja 22ê Cotmehê, ji bo çarseriyê bo Fransayê hat şandin.”

Bavê Mihemed amaje bi wê dike, niha vegeriyane Başurê Kurdistanê û biryar e rojên bê de biçin bo Rojavayê Kurdistanê û dibêje, “Spas bo Xwedê, spasiya Serok Barzanî û hemû ew kesên din dikim ku alîkariya me kirine.”

Hemîd dibêje, Mihemed heta niha 7 neştergeriyên ciwankarî û pîst bo hatine kirin û niha jî çareseriya pizişkî bo tê kirin û di bin çavdêriya pizişkî de ye.

Mihemed Hemîd

Roja 09.10.2020 artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ku ser bi wî welatî ve ne, êrişeke berfireh li dijî Rojavayê Kurdistanê dabûn destpêkirin ku bûbû sedema kuştina bi sedan kesan û koçberbûna bi sed hezaran xelkê navçeyê.

Di roja duyem a êrîşa Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên Sûrî de, Mihemed Hemîdê 13 salî li bajarê Serê Kaniyê di encama bombebarana firokiyên Tirkiyê de bi giranî birîndar bûbû û beşeke zêde ya laşê wî û bi taybet sîngê wî şewitîbû.

Ew zarokê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê bo çareserkirina destpêkê li Nexweşxaneya Rehme ya Qamişloyê hatibû razandin paşê ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve ji bo dermankirinê bo Başurê Kurdistanê hatibû veguhastin û li Duhokê hatibû demankirin.

Piştî çend roj dermankirinê li Duhokê, Mihemedê 13ê salî bi navbeynkariya Serokê Mesûd Barzanî ji bo Fransayê hatibû veguhastin û ji wê demê ve li wî welatî dihat dermankirin.

Serokê Desteya Tendirustiya Kantona Cezîrê li Rojavayê Kurdistanê, Dr. Menal Mihemed jî roja 16ê Cotmehê ji Rûdawê re ragihandibû: “Tirseke mezin heye ku çekên qedexekirî li Serê Kaniyê hatibin bikaranîn, û birîndarên ku me li nexweşxaneyan derman kirine, birînên wan normal nînin.”

Fermandariya Giştî ya HSDê û Rêveberiya Xweser jî ragihandibûn ku di êrîşên Tirkiyê de çendîn haletên şewitîna laşê birîndaran bi çekên qedexekirî yên weke fosforê hatine dîtin.

Rudaw
Top