• Tuesday, 10 February 2026
logo

Amerîka rê li ber Rûsyayê girt li Til Temirê

Amerîka rê li ber Rûsyayê girt li Til Temirê
Hêzên Amerîkî, rê li ber karwanek serbazî ya Rûsyayê li Til Temirê girt.

Nûçegîhana Kurdistan24 li bajarê Qamişlo ragihand, hêzên Amerîkî rê li ber karwanek serbazî yê mezin ên Rûsyayê li bajarokê Til Temirê girt, ku ew karwan dixwest biçe Qamişloyê.

Nûçegîhana Kurdistan 24 got jî, ew karwan ji Helebê ber bi Qamişlo ve diçû. Karwan ji bo çend demjimêran hate rawestandin û piştre, rê li ber hate vekirin û derbasî firokxaneya bajarê Qamişlo bû.

K24
Top