Nemir Barzanî li Diyarekirê bi merasîman hat bibîranîn
Pêşeng û pêşawayê Kurd Mele Mistefayê Nemir li Diyrbekirê, di 41 emîn salvegera rehmet kirina xwe de bi merasîman hat bibîr anîn. Merasîma ku ji aliyê Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK'ê û Partiya Azadiya Kurdistan PAK'ê ve hat li dar xistin de; bi sînevîzyonekî û panelîstiya Nîvkarên lêkolîner Seîd Veroj û Kerem Serhedî re, şop û rola Mele Mistefa Barzaniyê Nemir di têkoşîn û şoreşên gelê Kurd de hat ragihandin.
Moderatorê Panelê û Cîgirê Serokê Giştî yê PAK'ê Henîfî Tûran, ji bo Kurdistan24 ragihand ku Nemir Barzanî, bi têkoşîn û jiyana xwe ya bexşandiye doza Kurd, lehengekî bêhempa ye û ked û têkoşîna wî ye ku îro berdewamiyê de destkeftiyên gelê Kurd yên neteweyî tên bi dest xistin. Tûran da zanîn ku divê nivşên nû bi jiyan û têkoşîna pêşeng û lehengên xwe bên agahdar kirin da ku rêyên rast ji bo xwe peyda bikin.
Cîgirê Serokê PAK'ê Hanîfî Tûran ji K24ê re got: "Îro el hemdulîlah em lê dinihêrin li ser banê parlamentoya Kurdistanê, Ala Kurdistanê berba dibe. Ew bi saya Mele Mistefa Barzaniyê Nemir û pêşmergeyên wî bû. Her çiqas Mele Mistefa Bazrzanî xwe wek pêşmergeyekî didît jî, ew Serok bû, rêberbû, Însanekî dilsoz û wêrek bû. Însanekî ku tu car teslimiyet di sere Wî de derbas nedibû bû."
Merasîm bi beşdariya nûnêrên Partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek kesayet û sîyasetmedarên Kurd bi girseyî birêve çû.
Sîyasetmedarê Kurd û Rêvebirê Navenda Lêkolînên Civakî-Siyasî û Aborî a Diyarbekirê DÎTAM'ê Mehmet Vûral jî bal kişnad ku bilêv kirina girînga kesayetiya Nemir Barzanî hêsan nîn e, lê şopa wî hêj jî, ji bo têkoşîn û şoreşa Kurd û Kurdistanê wek ronahiye û divê siyaseta Kurd, xwe li wê şopa hevgirtî a Nemir Barzanî bigre.
Mehmet Vûral got: "Mezinê Kurda ye, Serokê Kurda ye û bi rastî jî Kurd, ji tunebûnê rizgar kiriye. Xwedê ji wî û ji malbata wî razî be. Ji malabateke mezin hatiye û bivêy Nemir Barzanî û bivêy birayê Wî Evdilselam Barzaniyê Nemir ku di rêya têkoşînê de hatiye darvekirin; bi malbatî gelek şehîd û berdelên giran dane. Jiyan, siyaset, têkoşîn û dûrbîniyên Mele Mistefa Barzanî di vê serdemê de jî ji rojevê girîng e û bwer dikim ku siyasetmedarên Kurd jî dikarin ji şopa wî û jiyana wî pir dersên girîng bistînin."
Beşdarên merasîmê balê kişandin ku divê her Kurd, ji dîrok xwe agahdar bin û lehengên xwe yên hêja jibîr nekin û bibîr bînin.
K24
