Bexda- 2 xwepêşander hatin kuştin û 20 xwepêşander jî birîndar bûne
Hêzên hikûmî yên Iraqê û milîsên serbazî li kuçe û kolanên Bexdayê dijî xwepêşanderên çek bikaranîn û 2 xwepêşander hatin kuştin û 20 xwepêşander jî birîndar bûne.
Ligel belavbûna metirsiya vîrosa Koronayê li nava xwepêşanderan, çalakiyên xwepêşanderan dijî aliyên siyasî yên Iraqê berdewam dikin. Herwiha hêzên hikûmî û milîsên Iraqê jî bo serkutkirina xwepêşanderan çek û gulleyên rast bikartînîn.
Ji meha Cotmeha 2019an xelkê Iraqê dijî gendelî nebûna derfetên kar li Bexda û gelek parêzgehên din ê Iraqê dest bi xwepêşandanan kirine û xwepêşander û hêzên emnî rûberûyî hevdu dibin. Heta niha ti daxwaza xwepêşanderan nehatiye bicî anîn.
Basnews
