Li Îranê 194 kes bi Korona canê xwe jidest dane
Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanoş Cihanpor ragihand, di 24 demjimêrên bûr de, 743 kes tûşî vîrusa Korona bûne û 49 kes jî bi wê vîrusê canê xwe jidest dane.
Kiyanoş Cihanpor got jî, bi vê yekê, hejmara kesên bi vîrusa Korona canê xwe jidest dane gihîşt 194 kesan û hejmara tûşbûyan jî gihîşt 6 hezar û 566 kesan.
Ji aliyekî din ve û Li gor dawî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, 70 kes li 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê tûşî vîrusa Korona bûne û 6 kesan canê xwe jidest dane.
K24
