Li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 240 kes bi nexweşiya Koronayê ketine!
Li gorî amarên fermî, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 240 kes bi nexweşiya Koronayê ketine.
Hinek çavkaniyên ne fermî jî dibêjin, li bajarên Seqiz, Sine, Merîwan û Kirmaşanê çend kes ji ber Koronayê mirine lê hikûmet vê yekê vedişêre.
Hejmara berkeftiyên Koronayê li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê wiha ye:
Ormiye – 33
Sine – 54
Kirmaşan – 31
Îlam – 15
Loristan – 107
Basnews
