• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Hewlêrê haleteke din a tûşbûna bi Koronayê hat tomarkirin

Li Hewlêrê haleteke din a tûşbûna bi Koronayê hat tomarkirin
Li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê duyem haleta tûşbûna bi vîrusa koronaya nû (Covid-19) hat tomarkirin.

Peyamnêrê Rûdawê Rence Cemal ragihand ku li gor zanyariyên ji çavkaniyên bijîşkî bidest xistiye, testa Koronayê bo jineke bi temen hate kirin ku pozîtiv bûye.

Rence Cemal herwiha da zanîn ku ji bo tekezkirina haleta tûşbûna vîrûsa koronayê çaverêyî testa duyemîn dikin.

Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê, Dr. Saman Berzencî zanyarî piştrast kir û ragihand ku testa vîrûsa koronaya nû ji çend kesên ku guman heye bi vîrûsê ketibin, hate kirin.

Saman Berzencî diyar kir ku ew jina tûşî nexweşiya koronayê bûye xelka Hewlêrê ye, temenê wê 49 salî bûye û bi mebesta çareseriya nexweşiya xwe serdana Îranê kiriye.

Di heyam sê rojên borî de 2872 kesên hatine kerentînekirin ji wan 1254 kes bo malên xwe hatine veguhestin û niha jî 1609 kes li 30 cihên ciyawaz hatine kerentînekirin.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê duh di daxuyaniyekê de ragihandibû ku testa Koronayê bo 27 kesan hatiye kirin û di encamê de testa jineke xelka Hewlêrê ya 33 salî pozîtiv bûye.

Rudaw
Top