• Tuesday, 10 February 2026
logo

Fermandarekî Pasdarên Îranê li Şamê hat kuştin

Fermandarekî Pasdarên Îranê li Şamê hat kuştin
Fermandarekî bilind ê Supaya Pasdarên Îranê li Şamê Paytexta Sûriyê hate kuştin.

Ajansa “Fars” a Îranî belav kir, Emîdê di Supaya Pasdarên Îranê de Ferhad Debîryan ku berpirsê navçeya Seyide Zêneb bû, hate kuştin.

Wê ajansê ti zanyariyên din derbarê kuştina wî fermandarê Îranî li Şamê nedaye.

Lê tê gotin, ku ew fermandarê Îranî li mala xwe li navçeya Seyide Zêneb hatiye kuştin.

Pêştir Emîd Ferhad Debîryan berpisê bajarê Tedmurê bû, piştî derxistina wê ji destê DAIŞê.

Hêzên Îranî ji destpêka krîza Sûriyê ve li aliyê Serokê Serokê Beşar Esed şerê çekdarên opozîsyona Sûriyê dikin.

Top