TIRKIYE - Daxwaza dadgehîkirina 28 parlamenterên HDP û CHPê tê kirin
Daxwaza dadgehîkirina 28 parlamanterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Komarî ya Gel (CHP) dikin.
Li gor zanyariyan dosyeyên ji bo dadgehîkirina wan hatibûn amadekirin bo parlamantoya Tirkiyeyê hatin şandin.
Di nav parlamenterên HDPê de ku dosye derbarê wan de hatine amadekirin, hevseroka wê partiyê Pervîn Buldan jî heye.
Herwiha li dijî Serokê Fraksiyona CHP li parlamantoya Tirkiyê Engîn Ozkoç jî bi tohmeta bêrûmetkirina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan sê dosye hatine amadekirin.
Rudaw
