Rûsya: Ji ragihandina agirbestê li Idlibê, çekdaran 6 caran êrîş kirine
Navenda Lihevhatinê ya Rûsî li Laziqiya Sûriyê ser bi Wezareta Berevaniya ya Rûsyayê ve ye, Serokê wê Oleg Goravlyov ragihand, ji dema ragihandina agirbestê, çekdarên li Idlibê 6 caran êrîşî binkeyên rêjîma Sûriyê li parêzgeha Heleb û Laziqiyê kirin.
Piştî zincîreyeke ji êrîş û şerê li Idlibê di navbera artêşa Sûriyê û Tirkiyê de, Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 5ê Adara 2020an li Moskoyê agirbestekê li Idlibê avakirina karîdoreke ewle li ser riya navdewletî M-4 lihev kirin.
Piştê rêkeftina agirbestê, Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsya Marîya Zaxarova ragihand, ragihandina rêkeftina agirbestê, careka din li ser berdewamîya şer li dijî terorê li Sûriyê tekez dike û mafê wî welatî ye girûpên tundrew di nav axa xwe de ji nav bibe.
Li gor hin şareza û Pisporan, siyaseta Tirkiyê ya Sûriyê şikestinekê mezin xwariye û Rûsya hember Tirkiyeyê gav paşde neavêtiye. Gelek Tişt jî bi Tirkiyê re hatitne qebûlkirin û bi dehan mijar hene hîna ne zelal in. Rewşa serbazên Tirkiyê li Îdlibê dê çawa be. Eger şerê hember Desteya Tehrîr El Şamê (Nusreya berê) berdewam be, dê rola Tirkiyê li wê derê çi be?
K24
