Bi hezaran koçber li ser sînorê Tirkiye-Yunanê asê mane
Bi hezaran koçber hê jî li ser sînorê di navbera Tirkiye û Yunanistanê li bende ne ku derbasî Ewropayê bibin lê her ku diçe hêviyên wan kêm dibin.
Beriya ku hikumeta Tirkiyê bergiriyên xwe li ser sînor zêdetir bike beşeke zêdeya koçberan ji sînor vegeriyane navçeyên Edirne.
Hejmara xelkê navçeya Karaagacê 3500 kes e, lê bi hatina koçberan hejmara navçeyê gehiştiye nêzîkî 5 hezar kesan û ev yek jî bûye sedem ku li ber dere marketan izdiham çêbe.
Kocberê bi navê Eyad Reûf dibêje, “Xwarina ku bi dest me ketiye gelek kêm e, zarok û jin jî di dest me de ne û di rewşeke gelek xerab de ne.”
Kocberê bi navê Hikmettulah Xayrul jî diyar dike, “Ez nizanim ka çi dixwazin. Ev şeş roj e em li vê daristanê radizên. Hûn bixwe dibînin ku ka çûna marketê çawa ye. Dor nayê te. Li wir jî bi şev baran dibare û rewşa me gelek zehmet dibe, lê emê li bendê bin bê ka wê dawiyê wê çi be.”
Kocberê bi navê Selah Macid , ew di sala 2016an de bi rêyên qaçax gihiştiye Tirkiyê û xelkê Musilê ye û çend endamên malbata wî ji aliyê Heşda Şeibî ve hatine kuştin, wî sînorên Iraq- Sûriye-Tirkiye bezandiye û xwe gihandiye ser sinorê Yunanê.
Piştî serdana Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê bo ser sînorê Tirkiye û Yunanê hikumeta Tirkiyê biryar da ku hezar endamên asayişe li ser sinor bicih bike ji bo Yunan koçberên derbasbûyî venegerîne.
Kocberekî Kurd ê bi navê Elîxan Pirozadeh jî dibêje gelek xelk niha li ser sînor rawestiyaye û ew li bendê ne derî bê vekirin.
Li gorî amarên berdest piştî biryara hikumeta Tirkiyê ya vekirina deriyê sinorî zêdetirî 7 hezar koçber hatine bajarê Edirne û navçeyên sînorî û ew jî bûye sedem ku bi taybetî li navçeyên biçûk gelek pediviyên jiyanê bi zehmetî ben peyda kirin.
Rudaw
