• Tuesday, 10 February 2026
logo

Cîgirê serokê parlementoya Iraqê spasiya mela û mamostayên ayînî yên Kurdistanê kir

Cîgirê serokê parlementoya Iraqê spasiya mela û mamostayên ayînî yên Kurdistanê kir
Cîgirê serokê parlementoya Iraqê Beşîr Hedad spasiya mela û mamostayên ayînî yên Kurdistanê kir ku guh dane fermana hikûmetê ya sekinandina nimêja îniyê ji ber nexweşiya Koronayê.

Îro li ser fermana hikûmeta Kurdistanê, li mizgeftên Herêma Kurdistanê nimêja îniyê, ji bo ku nexweşiya Koronayê belav nebe, nehat kirin.

Cîgirê serokê parlementoya Iraqê Beşîr Hedad li ser vê yekê peyamek belav kir û spasiya mela û mamostayên ayînî kir ku guh dane fermana hikûmetê û li mizgeftan nimêj û xutbe pêk nehanîne.

Beşîr Hedad her wiha spasiya wezareta tenduristiya jî kir û ragihand, ew hêvîdar in tedbîrên li hember belavbûna nexweşiya Koronayê zêdetir û berfirehtir bikin.

Basnews
Top