Korbenda Aborî ya Saint Petersburgê hat betalkirin
Peyamnêrê Rûdawê li Moskowê ragihand ku Komiteya Amadekar biryar da ku ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê, Korbenda Abori ya Navdewletî ya Saint Petersburgê îsal nayê encamdan.
Hatibû plankirin ku Korbenda Abori ya Navdewletî ya Saint Petersburgê rojên 3-6 meha Hezîranê bê encamdan.
Di konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de Sergey Lavrov bi fermî Serokwezîrê Kurdistanê vexwendibû bo Korbenda Aborî ya Petersbûrgê.
Rudaw
