• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Kerkûkê 2 haletên din yên tûşbûnê bi Koronayê hatin tomarkirin

Li Kerkûkê 2 haletên din yên tûşbûnê bi Koronayê hatin tomarkirin
Di beyannameyekê de, wezareta Tenduristî û Jîngeha Îraqê ragehand, sê haletên din yên tûşbûnê bi Vayorsa Koronayê li Îraqê hatin tomarkirin.

Di beyannameyê de hatîye xuyakirin ku dû ji wan haletan li Kerkûkê hatîne tomarkirin û ya sêyem jî li parêzgeha Wastê hatîye tomarkirin.

Wezareta Tenduristî û Jîngeha Îraqê ragehandîye jî, ew tûşbûyên hanê xistine jêr çavdêrîya pizîşkî û rêkarên pêwîst bo çareserkirina wan girtîne ber.

K24
Top