• Tuesday, 10 February 2026
logo

Trump daxwaza dawîanîn bi hevrikiyên li gel Rûsya û Çînê dike

Trump daxwaza dawîanîn bi hevrikiyên li gel Rûsya û Çînê dike
Serokê Amerîkayê, Donald Trump pêşniyareke nû ji bo rêgirî li zêdebûna çekan dide Rûsya û Çînê û radigihîne, pêwîst e pêşbirka çekan li cîhanê nemîne.

Li gor gotina Donald Trump, “armanca vê pêşniyarê rêgirî ye ji pêşbirka welatan a li ser çekan”.

Trump ragihandiye: “Girîng e em bi hev re ji bo avakirina paşerojeke baştir, silamettir û xweşguzerantir kar bikin”.

Amerîka, Rûsya û Çîn di ware serbazî de sê welatên mezin û zilhêzên cîhanê ne. Herwiha Amerîka û Çîn di warê aborî de jî xwediyê yekemîn û duyemîn aboriya mezin a cîhanê ne, lê Rûsya di aliyê aborî de lawaz e.

Di çarçoveya kêmkirina rikeberiya li ser çekan de, pêştir Amerîka û Rûsyayê ji bo kêmkirina cebilxaneyên xwe yên etomî û mûşekên balistîk ên menzîldûr du rêkevtinên Start-1 û Start-2 bi hev re îmze kiribûn.

Amerîka bûdceyeke gelek mezin ji Wezareta Berevaniyê re terxan dike û di serdema Trump de jî bûdceya Pentagonê bi awayekê berdewam zêde bûye, bi awayekê ku di sala 2018 de 670 milyar dolar bû û ji bo îsal jî 712 milyar dolar e.

Herwiha Çîn jî di van salên dawiyê de bûdceya xwe ya berevaniyê gelek zêde kiriye û niha salane zêdetir ji 200 milyar dolar bo wê yekê terxan dike.

Rudaw
Top