Potin û Erdogan rêkkevtin
Piştî civîna wan ku şeş demjimêran vekêşa, Potin û Erdogan konfiranseka rojnamevanî encamdan.
Di konfiransê de, Potin got: Ev cara sêyem e ev sal em dicivîn. Peywendîya me ya bihêz çareserîya gelek arîşeyêyan kirîye.
Got jî: Çekdaran çend caran hêzên artêşa Sûriyê û bajar û deverên sivîlan toparan kirin, li gel evê yekê jî hêrişên tundrewan bo ser serbazgeha Hemîm ya hêzên Rusya berdewam bûye. Ji destpêka ev sal ve, 15 caran hêriş kirîne ser wê serbazgehê û Rûsya yekser Tirkiya haydar kirîye ji wan hêrişan.
Potin behsa wê yekê jî kir, reftara wan girûpan bû sedema wê yekê ku xwîna serbazên Tirkiyê jî birije.
Ji alîyê xwe ve jî, serokê Tirkiyê ragehand, Receb Teyîb Erdogan ragehand, em herdû alî gehiştîne rêkkevtinê derbara ragehandina agirbestê li Îdlibê û li nîve şeva Pênşem li ser Heyînîyê ev agirbest dikeve di warê cîbcîkirinê de.
K24
