Serok Barzanî: Peyama raperînê ew bû ku gelê Kurd bindestî û stem qebûl nake
Serok Barzanî bi minasebeta 29 saliya raperîna mezin ya Adara sala 1991an li ser pêgeha xwe ya twitterê peyamek belav kiriye û wisa nivîsandiye; Pîroz be 29mîn salvegera raperîna gelê Kurdistanê, peyama raperînê bo tevahiya aliyan eşkereye, gelê me bindestî û stem qebûl nake.
