• Tuesday, 10 February 2026
logo

Bi sedema Vayrosa Koronayê li Îranê 92 kesan canê xwe ji destan e

Bi sedema Vayrosa Koronayê li Îranê 92 kesan canê xwe ji destan e
Heta niha 92 kes li Îranê bi sedema Vayrosa Korona canê xwe jidest dan e.

Peyvdarê Wezareta Tendirustî ya Îranê Kyanuş Cîhanpûr di konferansek rojnamevanî de ragihand, ku heta niha 2922 kes li Îranê tûşî Vayrosa Korona bûn e. Heta niha jî, 92 kesan jiyana xwe jidest dan e. Bi gotina wî berpirsî, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 552 kes baş bûn e û ji bo malên xwe hatine şandin.

Herwiha Serokomarê Îranê Hesen Rohanî ragehand, ku vayrosa Korona li tevahiya Îranê belav bû ye, û Amerîka jî tometbar dike, bi negihiştina dermanan ji bo Îranê.

K24
Top