Li parlamentoya Tirkiyê şer derket
Parlamentoya Tirkiyê îro derbarê pêşnûmeyeke li ser Idlibê kom bû. Lê belê di wê kombûnê de şer û alozî di navbera parlamenterên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partiya Komarî ya Gel (CHP) derket.
Aloziya di navbera parlamenterên herdu partiyan de di dema gotara Engîn Ozkoç, parlamenterê CHPê de rû da.
Wî parlamenterê CHPê berî destpêkirina rûniştina parlamentoyê, di konferanseke rojnamevaniyê de rexneyên tund li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan girtibû û gotibû, “Kesê ku ji şehîden me re dibêje serî, nemerd e, bêşeref e, bêrûmet e, xayîn e.”
Dema ku wî parlamenterê CHPê di civîna parlamentoyê de jî gotara xwe pêşkêş dikir, parlamenterên AKPê nerazîbûn nîşan dan û li ser vê yekê di navbera parlamenterên herdu aliyan de şerekî bi kulm û mistan rû da.
Piştî vî şer û aloziyê, 10 deqîqe navber bi civînê hat dayîn.
Rudaw
