• Tuesday, 10 February 2026
logo

Bi sedema Koronayê; Îtaliya hemû navendên xwîndinê daxistin

Bi sedema Koronayê; Îtaliya hemû navendên xwîndinê daxistin
Desthelatdarên Îtaliya biryar dan, tevaya navendên xwîndinê heya naverasta vê mehê bihên rawestandin.

Wek hatîye ragehandin, ev biryar bi sedema belavbûna Vayrosa Koronaye û ji roja Pêncşembîyê ve dikeve di warê cîbicîkirnê de û haya naverasta evê mehê berdewam dibe.

Berê jî, bi sedema belavbûna Koronayê, deshelatdarên Îtaliyayê tevaya xwîndingehên wî welatî li bakûr daixstibûn, ku zêdetirîn rêjeya belavbûna Koronayê li wan deveran hatibûn tomarkirin, ji wan jî, Lombardîya, Vînîto, Îmîlya, Romanya, Viryolî, Vînîsîya Colîya, Lîgorîya, Bîzaro û Orbîno.

Li gor zanyarîyan, heya niha hejmara tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê di wî welatî de gehaye 2260 kesan û ji evê hejmareyê 79 haletên mirinê hatîne tomarkirin û 160 halet jî ji wê derdê rizgar bûne.

K24
Top