• Tuesday, 10 February 2026
logo

Esed bo xelkê Tirkiyê: Çi pirsgirêka we li gel Sûriyê heye?

Esed bo xelkê Tirkiyê: Çi pirsgirêka we li gel Sûriyê heye?
Serokê Hikûmeta Sûriyê pirsgirêkên di navbera Tirkiye û Sûriyê de weke bêmantiq binav kir û ragihand, “Me ti dijminkariyek li hemberî Tirkiyê nekiriye” û herwiha pirsek arasteyî xelkê Tirkiyê kir, “Çı pirsgirêka we li gel Sûriyê heye?”

Serokê Sûriyê Beşar Esed berî kombûna Erdogan û Putin di hevpeyvînekê de li gel kenala Russia 24ê behsa kêşeyên li gel Tirkiyê kir.

Beşar Esed got ku wan ti dijminkariyek li dijî Tirkiyê nekiriye û got, “Nakokiyên niha yên li gel Tirkiyê bê mantiq in. Berjewendiyên me yên hevbeş li gel Tirkiyê hene. Çandên me têkil bûne.”

Di dewama gotinên xwe Esed pirsek arasteyî xelkê Tirkiyê kir û got, “Çi pirsgirêka we li gel Sûriyê heye? Pirsgirêkeke çawa heye ku di oxira wê de hemwelatiyên Tirkiyê canê xwe ji dest didin.”

Ev daxuyaniyên Esed di demekê de ne ku şeva 26ê Sibatê di bombebarana firokeyên hikûmeta Sûriyê de 36 serbazên Tirkiyê canê xwe ji dest dabûn û hejmarek jî birîndar bûbûn.

Herwiha piştî wê êrişê, Tirkiyê jî bi navê ‘Mertala Beharê’ êrişek li dijî hêzên hikûmeta Sûriyê dabû destpêkirin.

Her li ser vê rewşa aloz a li parêzgeha Idlibê, biryar e sibê, 05.03.2020, Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li Moskowê kombûnekê encam bidin.

Rudaw
Top