Serokê herêma Kurdistanê li gel aliyên siyasî civiya
Duh Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel aliyên siyasî yên Kurdistanê civiya.
Li gor zaniyariyan di civînê de Serokê herêmê û aliyên siyasî yên Kurdistanê behsa rewşa dawî ya herêma Kurdistan û Îraqê, pêdiviya yekdengiya aliyên siyasî yên Kurdistanê, prosesa siyasiya Îraqê bi taybetî piştî bêencam bûna hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê kirine.
