• Monday, 11 May 2026
logo

Parlamenterekî berê yê HDPê bi 7 sal û 6 mehan hat cezakirin

Parlamenterekî berê yê HDPê bi 7 sal û 6 mehan hat cezakirin
Parlamenterê berê yê HDPê Esat Canan bi 7 sal û 6 mehan hat cezakirin.

Parlamenterê berê yê HDPê yê Colemêrgê Esat Canan û Serokê berê yê Baroya Amedê Fethî Gumuş, ku derbarê wan de bi tohmeta ‘endamtiya rêxistinê’ doz hatibû vekirin îro li 9mîn Dadgeha Cezayê Giran, hatin dadgehîkirin.

Pêşiyê dadgehîkirina Fethî Gumuş birêve çû û di parastina xwe ya dadgehê de, Gumuş tohmetên ku arasteyî wî hatine kirin redkirin û got, “Bi delîlên ku polîsên Cemaetê kom kirine, derbarê me de, 400 doz hatin vekirin. Em bi delîlên polîsên cemaetê tên darizandin. Bila biryareke dadperwerane derkeve.”

Esat Canan jî ew tohmetên ku arasteyî wî hatine kirin redkirin, lêbelê dadgehê derbarê her yek Gumuş û Canan de biryara 7 sal û 6 meh cezayê zîndanê da.

Esat Canan xulên 19 û 22 ên parlamentoya Tirkiyê, parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) û xula 24an jî parlamenterê HDPê bû.

Rudaw
Top