Yunanistan rê nade koçber ji Tirkiyê derbasî xaka wê bibin
Şanderê K24ê li Yunanistanê li ber sînorê Yunanistan –Tirkiyê Kawa Mihemed Emîn da zanîn, desthilatên Yunanistanê hejmarek mezin ji polîs û hêzên ewlekariyê li ser sînor belav kirine û bi ti awayî rê nadin koçber derbasî Yunanistanê bibin.
Da zanîn jî, hêzên ewlekariyê yên Yunanistanê ji bo dûrxistina koçberan gaza rondikrêj bikar tînin. Herwiha li ser sînor dengê teqeyan jî tê bihîstin û li gor zanyariyan hin birîndar jî di nava koçberan de hene.
Li aliyê sînorê Tirkiyê jî, peyamnêrê me Azad Altun di nava koçberan de diyar kir, bi hezaran koçber li ber sînor kom bûne û hewl didin bi çi awayî be derbasî Yunanistanê bibin.
Tirkiye bi sedema ku welatên Yekîtiya Ewropa di mijara penaberan de alîkariya wan nekirine û piştevanî nedane siyaseta wan, berbestên pêş koçberan rakirin û koçberan ber bi sînorê Yunanistanê ve dişîne, ta biçin Ewropayê.
Di vê derbarê de, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu duhî di daxuyaniyekê de ragihand, 130 hezar 469 koçber derbasî nava xaka Yunanistanê bûn.
Piştî ku Tirkiyê berbestên li pêş koçberan vekirin û berê wan da welatên Ewropayê, serdana şandên Yekîtiya Ewropa bo Tirkiyê zêde dibin û îro jî Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê ji bo pirsa koçberan serdana Tirkiyê dike.
K24
